2 Pêşmerge jî di deryaya Ege de xeniqîn!

 

Hewlêr (Rûdaw) – Derket holê ku di nav wan welatiyên Başûrî yên di deryaya Ege de xeniqîne, 2 Pêşmerge jî hene.

Şeva 22ê vê mehê, qeyîka komek koçber û penaberên ku dixwestin ji Tirkiyê derbasî Yûnanistanê bibin, ket binê avê. Di wê bûyerê de bi dehan koçberên kurd ên Başûrê Kurdistanê hebûn ku piraniya wan xeniqîn, hinek ji wan hatin rizgarkirin û hinek jî heta niha nayê zanîn çi hatiye serê wan.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di nav wê qeyîkê de 24 kes xizm û mirovên hev bûne ku piraniya wan xeniqîne, 6 kes rizgar bûne lê 7 kesên din hîn nayê zanîn çi hatiye serê wan.

Peyamnêrê Rûdawê Rence Cemal ragihand, 2 kes ji wan kesên ku xeniqîne, Pêşmerge bûne. Navê yekê Felah Enwer bûye û navê yê din jî Geylan Enwer bûye, her du birayên hev bûn. Wan her du bira, xûşka xwe ya bi navê Şilêr Enwer û zarok û hevjîna wê jî bi xwe re biribûn. Lê ew, xûşka wan û zarokên wê hemû xeniqîne.

Welatiyên han, li bajarokê Mexmûrê dijiyan lê li bajarokê Koye ji dayîk bibûn.
 

Derheqê hejmara wan kesên ku ji heman malbatê xeniqîne, birayê wan pêşmergeyan Sebah Enwer ji Rûdawê re got, di wê bûyerê de 13 mirovên me xeniqîn ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn.

Sebah Enwer got, niha tenê hêviya me ew e ku ew kesên ku wenda ne, bên dîtin, ji ber wê jî em daxwaza alîkariyê ji rayedarên Kurdistanê dikin. 


Wêneyên hinek ji wan kesên ku di deryaya Ege de xeniqîne: