Girtiya kurd Zeyneb Celaliyan ji Kirmaşanê birin girtîgeha Xoyê
Kirmaşan (Rûdaw) – Hat zanîn ku girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan, ku bi tohmeta endamtiya partiyeke kurdî de ji aliyê Îranê ve hatiye girtin, ji Kirmaşanê bo bajarê Xoyê hatiye veguhestin.
Girtiya kurd Zeyneb Celaliyan, ku 9 sal berê li bajarê Kirmaşanê û bi hêceta endamtî di partiyeke kurdî de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû girtin, du meh berê ji Kirmaşanê bo girtîgeha bajarê Xoyê hatiye veguhestin.
Zeyneb Celaliyan, ku ji bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ye, çend caran daxwaz kiribû bo girtîgeha Makûyê were veguhestin lê daxwaziya wê hatibû redkirin.
Celaliyan, di girtîgehê de ji ber êşkence û lêdanê çavekî xwe ji dest daye.
Li gorî ku malbata wê dibêje, heta niha wan nekarîne bi Zeynebê re hevdîtin bikin.
Zeyneb Celaliyan, destpêkê bi tohmeta “Muharebe” (şerê Xwedê) bi cezayê îdamê hatibû mehkûmkirin lê ji ber zext û givaşên çalakvan û saziyên navdewletî yên mafên mirov cezayê wê ji îdamê daket girtina heta hetayî.