HSD: Şervanan çend gund kontrol kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê çend gund kontrol kirine.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Minbicê bi pêş ve diçe.

HSDyê ragihand ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li Minbicê 3 gund kontrol kirine.

Gundên ku hatine kontrolkirin ev in: Qeşle, El-Saiydiyen û El-Hac Seîd.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDy, hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişa vê sibehê ya çekdarên nêzikî Tirkiyeyê ya li Bendava Tişrînê şikandine.

Di heman daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku hêzên HSDyê wesayîteke leşkerî ya çekdarên nêzikî Tirkiyeyê li derdora pira Qereqozaqê teqandine.