PDK-S: Divê PKK ji Sûriyeyê derkeve

4 demjimêr berê
Nalîn Hesen
Mihemed Îsmaîl bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mihemed Îsmaîl bû mêhvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan PDK-S PKK Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê PDK-Syê Mihemed Îsmaîl got, “Daxwazên me zelal in û divê PKK ji nav axa Sûriyeyê derkeve.”

Amerîka û Fransa hewl didin ku Kurd bi hev re herin Şamê lê partiyên Kurdan hîn nebûne yek.

Demên dawiyê bi taybetî hewlên ji bo ku Kurd bi hev re herin Şamê zêde bûne û bi taybetî Şêx Murşid Xeznewî roleke bibandor digerîne.

Tirkiye jî “hebûna PKKyê” dike hincet û gefan li Rojavayê Kurdistanê dixwe.

Kom û komikên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan jî bi taybetî êrişî Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê dikin.

Sekreterê PDK-Syê Mihemed Îsmaîl bû mêhvanê Nûrojê û pirsên Nalîn Hesenê yên li ser mijarê bersivandin.

 “Divê PKK ji Sûriyeyê derkeve”

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl li ser êrişên Tirkiyeyê û helwesta partiya xwe wiha axivî:

“Em nikarin bersivê bidin êrişên welatan, divê em danûstandinan bikin.

Em ji bo mijara diyaloga Kurdan li gel Fransî û Amerîkiyan di danûstandinan de ne, daxwazên me zelal in û divê PKK ji nav axa Sûriyê derkeve.

Heta PKK li nav axa Sûriyeyê hebe, metirsiya êrişa Tirkiyeyê dê bimîne.”

“Em dê bi Mezlûm Ebdî re bicivin”

Mihemed Îsmaîl piştrast kir ku ew dê di demeke nêzîk de bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re bicivin û got:

“Pirsgirêk ne civîn e, em dê bicivin lê em dubare dikin ku divê têkiliyên wan ên bi PKKyê re bên qutkirin.”

Mihemed Îsmaîl got ku “PYD ciwanan bi zorê dibe leşkeriyê” û pê de çû:

“Nabe careke din ciwanên me bi zorê bibin leşkerî û qada şer û pêwîst e PYD zerarên me qerebû bike û girtiyên me berde.”

Sekreterê PDK-Syê derheqê gef û metirsiyên li ser bajarê Kobaniyê got:

“Hemû hewlên me ji bo yekrêziya mala Kurdan û ji bo nehiştina van gef û metirsiyan in.”

Divê were gotin, rojên dawiya tê nîqaşkirin ku Pêşmergeyên Rojê vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Mihemed Îsmaîl diyar kir, “Ew hêz ji ciwanên Rojavayê Kurdistanê hatiye duristkirin” û anî zimên:

“Niha ne dema wê yekê ku hêza Rojê vegerînin nava van nakokî û aloziyan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst