Nêçîrvan Barzanî Wezîrê Parastinê yê Holendayê qebûl kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Holendayê Ruben Brekelmans li Hewlêrê li hev civiyan.
Di civînê de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa, Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl, Balyoza Holendayê ya Îraqê Janet Alberda û çend rayedarên her du aliyan amade bûn.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin kur der du aliyan di çarçoveya hevpeymaniya navneteweyî ya şerê dijî terorê de tekez li ser berdewamiya hevahengiya navbera hêzên Pêşmergeyan, artêşa Îraqê û hêzên Holendayê kiriye.
Her wiha di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehiyê ya Îraq û herêmê, rola Herêma Kurdistanê di bihêzkirina aramiyê de û hewlên çaksazî û yekxistina Pêşmergeyan di çarçoveya Wezareta Pêşmergeyan de hat gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Wezîrê Parastinê yê Holendayê Ruben Brekelmans pêşwazî kir pic.twitter.com/ucLGpWnbyM
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 23, 2024
Nêçîrvan Barzanî ji ber ku di şerê dijî DAIŞê de bi berdewamî alîkariya hêzên Pêşmergeyan kiriye spasiya Holendayê kir
Her wiha Nêçîrvan Barzanî ji ber rahênan û bihêzkirina şiyanên Pêşmergeya rola hêzên Holendayê bilind nirxand.
Li aliyê din, Wezîrê Parastinê yê Holendayê Ruben Brekelmans tekez kir ku welatî wî ji bo piştgîriya ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û Îraqê pabend e
Ruben Brekelmans her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê di têkoşîna li dijî terorê û dabînkirina ewlehiyê hevkarê wan ê sereke ye.
Her du alî li ser berdewamiya xebata hevbeş û li ser rewşa Êzdiyan û vegera wan a cih û warên xwe hemfikir bûn.
Di hevdîtinê de li ser bipêşketinên dawî yên li herêmê, bi taybetî guherînên li Sûriyeyê û encamên wê û çend mijarên din ên ku di berjewendiya her du aliyan de ne hatin gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Holendayê Ruben Brekelmans li Hewlêrê li hev civiyan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 23, 2024
📸Serokatiya Herêma Kurdistanê pic.twitter.com/Q8UN8Vp3BG