Kabîneya Tirkiyeyê îro dicive: Rojev çi ye?

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Tirkiyeyê îro li Enqereya paytexta Tirkiyeyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan dicive.

Mijarên herî girîng mûçeyê herî kêm û bipêşketinên li Sûriyeyê ne.

Kabîneya Tirkiyeyê îro demjimêr 15:00an bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê dicive.

Di civîna kabîneyê de mijara serekî zêdekirina mûçeyê herî kêm e ku demeke dirêj e di rojeva Tirkiyeyê de ye.

Divê berî 1ê Kanûna Paşîn a 2025an mûçeyê nû yê herî kêm bê ragihandin ku niha 17 hezar û 2 lîre ye.

Sendîkaya karkeran TURK-Îşê ragihand ku karkeran ji bo mûçeyê nû yê herî kêm 29 hezar 583 lîre daxwaz kiriye.

Sendîkayên karker, karsaz û hikûmetê heta niha 3 civîn kirin lê lihevkirinek çênebû. Civîna çaremîn dê di nav vê hefteyê de bê kirin.

Herwiha geşedanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî di rojeva kabîneyê de ne.

Dê ligel bipêşketinên dawî peywendiya li gel rêveberiya nû ya Sûriyeyê û vegera koçberan bê gotûbêjkirin.

Tê çaverêkirin, Erdogan piştî civîna kabîneyê civîneke medyayê saz bike û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.