PWK, PSK û HAK-PARê li ser doza Kurdan konferansek li dar xist

Amed (Rûdaw) -  Li Amedê bi pêşengiya PWK, HAK PAR û PSKyê li ser çareserkirina doza Kurdan konferansek hat lidarxistin.

Bi qasî 200 siyasetmedar û kesayet beşdarî konferansê bûn û pêşveçûn û çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê mora xwe li konferansê xist.

Li Amedê bi pêşengiya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PARê) li ser rêyên çareserkirinê yên doza Kurdan konferansek hat lidarxistin.

Serokê her sê partiyan û derdora 200 kesayetî jî di konferansê de amade bûn.

Rûdanên li Sûriyeyê û rewşa Rojavayê Kurdistanê mora xwe li konferansê da.

Encamnameya konferansê ji raya giştî re hat eşkerikirin.

Bicihkirina peymana Dihok û Hewlêrê ya derbarê Rojavayê Kurdistanê wekî daxwaza hevpar derkete pêş.

“Divê Kurd li ser bernameyeke neteweyî tifaqa xwe pêk bînin”

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk got:

“Ji bo nirxandina firsendên dîrokî yên li Rojavayê Kurdistanê derketiye holê û li gorî şertên îro, nûjenkirina mutabeqata Dihokê, divê demildest, hemû partiyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê bicivin.

Divê hemû aliyên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê li ser bernameyeke neteweyî, tifaqa xwe pêk bînin û di avakirina dewleta nû de bi temsîliyet û helwesteke hevbeş bibin muxatab.

Bi vî awayî dê Kurd hem li Şamê û hem jî li hemberî dewletên pêwendîdar bihêztir bin.”

Kesayetên ku tevli konferansê bûn, xwest Kurd yekdeng bin û statûya li Rojavayê Kurdistanê di makezagona nû ya Sûriyeyê de bidin nivîsandin.

“Divê em ji vê fersendê sûd bigirin”

Siyasetmedar Sîrac Kirici jî got:

“Serok Mesûd Barzanî, rêzdar Nêçîrvan Barzanî têkiliyên wan bi dîplomasiyê bi dewletên rojavayî re pir baş in.

Ev jî alîkariya partiyên me yên Rojavayê Kurdistanê, alîkariya vê fersenda dîrokî bikin ku di sed sala carekî de fersendeke wiha derdikeve pêşiya me, divê em ji vê fersendê sûd bigirin û maf û azadiyên xwe bi dest bixin.”

“Bila Kurdên Rojava ji bo daxwazên neteweyî bi hev re tevbigerin”

Nivîskar Evdilhay Okumuş jî got:

“Bi giranî ew bû ku Kurdên Rojava ji bo hemû daxwaziyên xwe yên neteweyî bi hev re tevbigerin.

Gava bi hev re tevbigerin dê bikaribin bi hev re bibin muxatabê dewleta nû ya Sûriyeyê jî.

Bi giranî jî me xwest em bibin zextek li ser wan ku karibin yekîtiya xwe jî ava bikin û muxatabiyeteke meşrû ava bikin.”

Siyasetmedar Reşîd Delî jî got:

“Kurdên wê derê divê li hev bên û ew grûbên biçûk jî divê hemû bidine ber çavan û li ser meseleya neteweyî bibin yek û guh bidin Başûrê Kurdistanê.”

Piştî ku Şam ket û rejîma Beas têk çû, çarenûsa statûya li Rojavayê Kurdistanê bû yek ji rojevên sereke yên navxweyî û navneteweyî.