DILKURDê li Amedê nûnertiya xwe vekir: ‘Armanc fermîbûna Kurdî ye’
Amed (Rûdaw) - Yekîtiya Dildarên Kurdî (DILKURD) li Amedê nûnertiya xwe vekir.
Ji bo vekirina merasime çalakvanên zimanê Kurdî, siyasetmedar û xelk amede bûn.
DILKURDa ku taybet di pêvajoya dersên bijarte de kar dike, dixwaze Kurdî bibe duyemîn zimanê fermî yê Tirkiyeyê û bibe zimanê perwerdeyê.
Hevjîna Prof.Dr Qedrî Yildirim aktîvîsta zimanê Kurdî Canan Yildirim wekî nûnera Amedê ya DILKURDê hat ragihandin
“Zimanê Kurdî dê bi jinan bi pêş bikeve”
Berpirsa DILKURDê ya Şaxa Amedê Canan Yildirimê got:
“Dema mirov li dîrokê mêze dike tê xuyakirin ku kar û barên pir mezin li ser milên jinan bi pêş de çûne.
Ez bawer dikim ku zimanê Kurdî jî dê bi jinan pir bi pêş de here.
Jin bên, dayîk di nav me de kom bibin û ew jî alîkariya me bikin ez bawer im di mijara ziman de em dê gelekî bi pêş de biçin.
Ev zimanê Kurdî heqê me ye. Em dixwazin êdî zimanê me bibe zimanê fermî.
Em dixwazin êdî bi zimane xwe xwendina xwe bikin, bi zimanê xwe bi pêş de herin.
Bila zarokên me alim, nivîskar û helbestvanên me nas bikin û berhemên wan bixwînin.”
“Armanc fermîbûna Kurdî ye”
Kordînatorê Giştî yê DILKURDê Fevzî Bulgan jî amaje bi ajandaya diyarkirî ya DILKURDê ya 2025an kir û daxwazên xwe yên ji bo zimanê Kurdî rêz kirin:
“Armanca DILKURDê di serî de zimanê Kurdî ye. Armanc fermîbûna zimanê Kurdî ye û perwerdeya bi zimanê Kurdî ye.
Daxwaz û xebatên mê ji bo vê yekê ne.”
Çalakvanên ziman û kesên beşdarî merasîma vekirinê bûne jî bal kişand li ser xetereyên li ser Kurdî û wan ji bo zindîbûna ziman bangî malbatan kir.
Mamosteyê Zimanê Kurdî Erdogan Alpaslan wiha got:
“Wekî DILKURD Amedê em dê pêşî li ser dersên bijarte kar bikin.
Lewra niha di demen pêşiya me de dersên bijarte dê dest pê bikin.
Piştre jî em dê li vir hem dersên zimanê Kurdî hem jî dersên edebiyata Kurdî bidin.”
“Em naxwazin di bin bextê kesî de bimînin”
Çalakvanê Ziman Aryan Serhed jî got:
“Daxwaziya me ew e ku ev ziman neye asîmlekirin û em di bin bextê kesî de nemînin.
Me soz û biryar daye ku em dê li her bajarê Bakur û Tirkiyeyê saziyên wiha ava bikin.
Em dê nexşe bikin ku zimanê me bibe taca zêrîn.”
“Mirov nikare zimanê dayîkê biguherîne”
Niştecihê Amedê Dr. Harun Kaya jî got:
“Mirov dikare hemû tiştên xwe biguhere lê mirov nikare zimanê dayîka xwe û miliyêta xwe biguhere.
Wexta mirov nekaribe van biguhere jî divê mirov di wî alî de bipeyîve û xebateke xurt çêke.
Daxwaziya me ew e ku bila hemû Kurd bi Kurdewarî Kurdî biaxivin.”
“Zimanê me nebe em nikarin îbadetên xwe jî bikin”
Kesekî ku bi navê Melayê Serbilind tê naskirin jî got:
“Mesela Xweda dibêje ziman û newekhebûn ji mezintaya me ye. Ayet vê dibêje.
Ji me Kurdan re jî zimanê me wekî hebûna me ye.
Wexta zimanê me tune be em nikarin îbadetê jî bikin, em nikarin bixwînin, em nikarin gazî hev bikin, em nikarin danûstandinê bikin.”
“Ma ne eyb e qiza Kurdan bi Kurdî nizane”
Nişteciha Amedê Aysel Siliyê jî wiha got:
“Ez qizeke Kurda me. Li Êlihê hatime dinê û mezin bûm. Ez çûm Stenbolê li wê derê ciwanîya min çû.
Ez fikirîm ez ne Tirkî zanim ne jî Kurdî dizanim. Kurdîya min hebek tune bû. Di dema şer de koçberên Rojava hatin Stenbolê.
Min karê kuaforiye dikir, dema ew koçber hatin cem min, ji bo ez karibim ji wan re kar bibînim min xwe hînî Kurdî kir.
Paşê ez fikirîm ku Kurdî çi qasî xweş e. Min got ma ez qîza Kurda me ji min re ne eyb e ku ez bi Kurdî nizanim.
Piştî wî ez ketim komeleyê. Niha jî ez ji bo zimanê xwe kar dikim.
Du heb zarokên min hene du kelîme Kurdî nizanin ez şerm dikim.
Ez ji xwe şerm dikim yanî. Gerek em vî zimanê xwe geş û mezin bikin bi hev re.
Ev ne eyba min tenê ye eyba me teva ye.”
Rêvebirên DILKURDê diyar kir ku dê nûnertiyên xwe li çend bajarên din jî vekin û bi awayî dê xebatên ji bo Jurdî mezintir û firehtir bikin.