Li Rihayê hemû çalakî 5 rojan hatin qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, hemû çalakiyên wek meş, civîn û xwepêşandan bo 5 rojan hatin qedexekirin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê hemû cor çalakî bi hincetên cuda berdewan tên qedexekirin.

Parêzgariya Rihayê doh ragihand ku li tevahiya parêzgehê mîtîng, meş, civîn û daxuyaniyên medyayê di navbera demjimêr 00:01ê 23yê Kanûna 2024an heta demjimêr 23:59an 27ê Kanûna 2024an hatine qedexekirin.

Daxuyaniya parêzgariyê ya qedexekirina çalakiyan wiha ye:

"Ji bilî çalakiyên ji aliyê parêzgariyê û qeymeqamtiyê ve destûr ji bo wan tê dayîn hemû çalakiyên wek civîn, meş, daxuyaniyên medyayê, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vekirina stand û konan, belavkirina belavokan, daliqandina pankartan û çalakiyên wiha yên li qadên vekirî bo dema 5 rojan hatine qedexekirin.”

Her wiha di çarçoveya biryara qedexeyê de bi armanca beşdarbûna van çalakiyan hatina welatî û otomobîlan a ji derveyî Riha û navçeyên wê jî hat qedexekirin.