HSD: Me 4 kesên girêdayî îstixbarata Tirkiyeyê girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan torareke casûsan girt ku ji 4 kesan pêk tê.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku tora sîxurtiyê ya berpirsê kuştina 3 şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bûn girt.

Li gorî daxuyaniyê ew 4 kes casûsên îstîxbarata Tirkiyê MIT bûn.

HSD diyar kir ku MIT li gorî zanyariyên wan kesan, şervanên YPJyê yên bi navê Îman Mehmûd Derwîş, Canda Cûdî û Nûjan Ocalan, di 15ê Îlona 2023yan de li Minbicê bombebaran kiribû.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku lêpirsîn bi wan re hate kirin û ew li xwe mukir hatin ku destê wan di kuştina wan şervanên YPJ de hene  û wan fermanên xwe ji îstîxbarata Tirkiyê dibirin.