PWKyê Noel pîroz kir: Kurdistan welatê miletê Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê ye

23-12-2023
RÛDAW
Nîşan Noel Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi nêzîkbûna cejna Noelê re peyameke pîrozbahiyê belav kir.

PWK dibêje Kurdistan welatê miletê Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê ye.

Cejna Noelê, her sal ji aliyê piraniya Xirîstiyanên/Mesîhyên cîhanê ve di 25ê Kanûna Pêşiyê de tê pîroz kirin.

PWKyê jî cejna tevahiya Xiristiyanên Kurdistan û cîhanê bi peyameke pîrozkir.

Peyama PWKyê wiha ye:

“Em weke Partiya Welatparêzên Kurdistanê cejna Noelê ya xiristiyan/mesîhiyên cihanê û bi taybetî jî cejna Noelê ya mesîhiyên Kurdistanê pîroz dikin. 

PWK, mafên hemû pêkhateyên Kurdistanê yên etnîkî û û olî wekî mafekî wan ên xwezayî û esasî dibîne û diparêze.

Kurdistan welatê miletê Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê ye. Kurdistan cih û warê pêkvejiyana kultur, ol û bawerîyên cihêreng e.

PWK vê rastîyê weke zengînî û dewlemendîya Kurdistanê dibîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst