Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 3 kes birîndar bûn.
Li ser rêya Dêrsim-Pulurê ku ji ber berfê şemetokî bûbû otobuseke rêwiyan û otomobîlek li hev qelibîn.
Di encama lihevketina otobus û otomobîlê de 3 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê cendirme û timên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birandar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse