Nêçîrvan Barzanî: Ez dê hertim piştevaniya jinên Kurdistanê bikim

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî minasebeta Kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî got, “Ez jinên Kurdistanê dilniya dikim ku ez dê hertim piştevaniya wan bikim.”

Yekîtiya Jinên Kurdistanê duh bi çavdêriya Serok Mesûd Barzanî kongreya xwe ya asayî li dar xist.

Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber serkeftina kongreya nehemîn pîrozbahiyê li sekreter û endamên nû yên Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir.

Di 9emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê 142 endam beşdar bûn.

Di dengdana roja duyem a kongreyê de, Zîba Teha weke sekretera nû ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê hat hilbijartin.

Her wiha 7 kes weke endamên Sekreteriyê û 3 endam jî weke endamên yedek ên sekreteriyê hatin hilbijartin.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Sekreter û endamên berê yên Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Di kongreyê de jinên ku hatine hibijartin ev in:

- Zîba Teha, Hewlêr - Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê

- Şanaz Mhemed, Hewlêr - Endam

- Liya Seyfedîn, Silêmanî - Endam

- Zerî Newzad, Dihok - Endam

- Suham Selah, Dihok - Endam

- Kejal Hîdayet, Kerkûk - Endam

- Dilvîn Xelef, Şingal - Endam