Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîra Îtalyayê civiyan

23-12-2022
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Îtalya Mesrûr Barzanî Giorgia Meloni
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni piştî hevdîtina bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni îro Înê 23ê Berfanbara 2022an piştî serdana xwe ya ji bo Bexdayê û hevdîtinên bi Serokomar û Serokwezîrê Iraqê re, êvara îro Înê bi mebesta serdana leşkerên welatê xwe bike û bi Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicive gihîşte Hewlêrê. Giorgia Meloni li Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokwezîra Îtalya Giorgio Meloni re civiya û çend mijar gotûbêj kirin ku yên sereke jî pêwendiyên Roma û Hewlêrê, şerê DAIŞê û rewşa Iraq û navçeyê bûn.

Giorgia Meloni ev du meh in wek Serokwezîra Îtalya dest bi erka xwe kiriye û ev yekem serdana wê ye ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê.

Wek kevneşopiyeke salane, serokwezîrên Îtalyayê di sersalê de serdana leşkerên welatê xwe dike. Îsal dê serdana leşkerên xwe yên ku li Iraq û Herêma Kurdistanê ne bike.

Îtalya ji sala 2014an ve endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye. Îtalya li Herêma Kurdistanê û Iraqê xwedî 900 şêwirmendên leşkerî ye ku piraniya wan li Hewlêrê ne.

Berpirsên pilebilind ên Îtalyayê çendîn caran serdana Herêma Kurdistanê kirine, ji wan serokwezîrê berê yê Îtalyayê Matteo Renzi ku roja 20.08.2014an bi şandeke pilebilind re hatibû Hewlêrê.

Ji Kanûna 2015an ve, Îtalya perwerdeyên li xwarê pêşkêşî Pêşmerge kirine:

- Êrîş û berevaniya piyade

- Bikaranîna dije-tank

- Bikaranîna top û hawanan

- Bikaranîna çekên wek sniper

- Hawarçûna alîkariya yekem

- Bêbandorkirin û nehîştina mînan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst