Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni bi şandeke pilebilind re gihîşte Serokatiya Herêma Kurdistanê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni piştî serdana xwe ya ji bo Bexdayê û hevdîtinên bi Serokomar û Serokwezîrê Iraqê re, êvara îro Înê bi mebesta serdana leşkerên welatê xwe bike û bi Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bicive gihîşte Hewlêrê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni di hevdîtinê de çendîn mijar gotûbêjkirin ku yên sereke jî pêwendiyên Roma û Hewlêrê, şerê DAIŞê û rewşa Iraq û navçeyê bûn.

Giorgia Meloni ev du meh in wek Serokwezîra Îtalya dest bi erka xwe kiriye û ev yekem serdana wê ye ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna di navbera Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Cejna Noelê li Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni pîroz kir û serketin di posta serokwezîriyê de ji wê xwest, her wiha spasiya Herêma Kurdistanê jî ji bo alîkariyên serbazî, siyasî û mirovî û hevkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de, pêşkêşî Îtalyayê kir.

Wek kevneşopiyeke salane, serokwezîrên Îtalyayê di sersalê de serdana leşkerên welatê xwe dike. Îsal dê serdana leşkerên xwe yên ku li Iraq û Herêma Kurdistanê ne bike.

Îtalya ji sala 2014an ve endamê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye. Îtalya li Herêma Kurdistanê û Iraqê xwedî 900 şêwirmendên leşkerî ye ku piraniya wan li Hewlêrê ne.

Berpirsên pilebilind ên Îtalyayê çendîn caran serdana Herêma Kurdistanê kirine, ji wan serokwezîrê berê yê Îtalyayê Matteo Renzi ku roja 20.08.2014an bi şandeke pilebilind re hatibû Hewlêrê.

Ji Kanûna 2015an ve, Îtalya perwerdeyên li xwarê pêşkêşî Pêşmerge kirine:

- Êrîş û berevaniya piyade

- Bikaranîna dije-tank

- Bikaranîna top û hawanan

- Bikaranîna çekên wek sniper

- Hawarçûna alîkariya yekem

- Bêbandorkirin û nehîştina mînan