Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Em êrîşa li ser diasporaya Kurdî ya li Parîsê şermezar dikin

23-12-2022
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Herêma Kurdistanê Êrîşa Çekdarî Parîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşa li Parîsê şermezar kir ku di encamê de 3 welatiyên Kurd hatin kuştin û daxwaz ji Kurdên li diyasporayê kir ku “Aram bin.”

Roja Înê li navenda Parîsê kesekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes birîndar bûn. Şahidekî bûyerê diyar kir her sê kesên ku canê xwe ji dest dan Kurdên ji Bakurê Kurdistanê ne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi tundî êrîşa li ser Kurdên diyasporayê şermezar kir û got, “Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beşeke din a daxuyaniya xwe de daxwaz ji Kurdên li diyasporayê jî kir ku aram bin.

Hat ragihandin ku êrîş ji aliyê Fransîyekî 69 salî ve hatiye kirin û hate desteserkirin.

Li gorî zanyariyên polîsan, êrîşkar welatiyê Fransayê ye û di Kompanya Rêhesinê ya Neteweyî ya Fransayê de wek şofêrê trênê malnîşîn bûye û wiha berdewam kir, “Ew li cihê bûyerê hat girtin û bi rayedaran re hevkariyê dike. Ew niha ji ber kuştin û tundûtûjiyê di bin lêpirsînê de ye.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Baweriya me ya temam bi saziyên Hikûmeta Fransa û sîstema dadwerî heye ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina Kurdistaniyên li Fransayê û sizakirina êrîşker û tawankaran bigirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst