Îro deriyê Pêşabûr-Sêmalka ji bo hin kesan tê vekirin

23-12-2021
RÛDAW
Deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de.
Deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de.
Nîşan Pêşabûr Sêmalka Rojava Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, ji îro Pêncşembê ve rê ji bo welatiyên biyanî yên ku li Rojavayê Kurdistanê asê mane tê dayîn ku derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Rêber Ehmed diyar kir, “hêzên ku Rojavayê Kurdistanê birêve dibin, bûne sedem ku sînorê Pêşabûr were girtin û heta ew hêz rêzê li xalên sînorî negirin, em nikarin jiyana xelkê bixin metirsiyê.”

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja Çarşembê di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê ev yek aşkere kir û got: “Mixabin ya ku li deriyê Pêşambûr çê bû, pêştir destdirêjiyeke gelek zelal bû li ser serweriya Herêma Kurdistanê û em berpirsyariya her tedbîrekê ku li vî sînorî hatiye cîbicîkirin dixin stuyê ew hêzên ku Rojava birêve dibin. Ew xelkên biyanî yên ku li Rojava ne, bo serê salê li vê derê ne, rê bi wan tê dayîn ku vegerin û ji sibê ve rêkarên pêwîst tên cîbicîkirin. Lêbelê heta ew xelkên aliyê din tevgerên xwe rast nekin û bi şêweyekî rêkûpêk rêz li xalên sînorî negirin, em nikarin bi rastî jiyana xelkê bixin metirsiyê û ew rewş berdewam be.”

Ji roja 15ê vê mehê ve deriyê Sêmalka-Pêşabûrê yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de hatiye girtin. Sedema girtina derî jî, êrîşa grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger û hejmareke kesên din li aliyê Rojavayê Kurdistanê bo ser wî derî bûye.

Ev ne yekem car e, ew deriyê sînorî tê girtin, lê vê carê deriyê sînorî li ber tevgera welatiyan û bazirganiyê jî hate girtin, herwiha deriyê sînorî yê El-Welîd jî ku 10 kîlometran dikeve başûrê deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka û ji bo bazirganiyê hatibû vekirin û rojane derdora 200 barhilgiran çûn û hatin lê dikir, ew jî hatiye girtin û hemû tevgerên hatin û çûnê û bazirganiyê di navbera herdu aliyên Rojava û Başûrê Kurdistanê de bi tevahî rawestiyaye.

Deriyê Pêşambûr-Sêmalka ji sala 2013an ve hatiye vekirin, û rêyeke sereke û girîng e ji bo bazirganî, aborî û çûnûhatina xelkê û rêxistinên mirovî yên navdewletî û yên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve. Bi rêya wî deriyî, kêlûpelên xwarinê yên serke wek şekir, birinc, ard... û madeyên avakirinê wek çîmento û hesin derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin, ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve jî welatî, bazirgan û kesên nexweş derbasî Bûşûrê Kurdistanê dibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst