Artêşa Tirkiyê derdora Kanî Masê topbaran kir

23-12-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Topxaneyên artêşa Tirkiyê îro nahiyeya Kanî Masê li sînorê qezaya Amêdiyê topbaran kirin û Rêveberê nahiyeya Kanî Masê jî ji Rûdawê re ragihand, gulleyên topê li 100 metriya avahiya Rêveberiya Nahiyeya Kanî Masê ketine.

Rêveberê nahiyeya Kanî Masê, Serbest Sebrî got, “topbaranê îro demjimêr 12:10 dest pê kir û gulleyên topê li nêzîk avahiya Rêveberiya Nahiyeya Kanî Masê ketin.”

Serbest Sebrî têkildarî zirarên ji ber topbaranê jî diyar kir, “di encama topbaranê de ti zirarên canî û maddî çê nebûne, lê belê cihê topbaranê gelek nêzîkî navenda nahiyeyê bûye, xelk gelek tirsiyane.”

Peyamnêrê Rûdawê yê li Duhokê jî dibêje, ev cara duyem e ku nêzîk avahiya Nahiyeya Kanî Masê topbaran dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst