Beşek ji penaberên Rojava yên li Duhokê dixwazin vegerin malên xwe

23-12-2020
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Sala borî 19 hezar û 703 koçber li Kampa Berdereşê hatin bicîkirin ji wê hejmarê beşek vegeriyane
Sala borî 19 hezar û 703 koçber li Kampa Berdereşê hatin bicîkirin ji wê hejmarê beşek vegeriyane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Berdereş a koçberên Rojavayê Kurdistanê, koçber  ku dixwazin veger in, ew navê xwe li cem îdareya kampê tomar dikin û li benda dora xwe ne ku navê wan bê û bi rêya Deriyê Pêşabûrê vegerin Rojavayê Kurdistanê. Lê koçber diligran in û dibêjin, ev demek e li bendê ne ku vegera wan bê erêkirin.

Ebdulmecîd Mûsa xelkê bajarê Serê Kanyê ye li Rojavayê Kurdistanê û ev zêdetirî salekêye ligel malbata xwe penaber e li Başûrê Kurdistanê û sê meh in navê xwe bo vegera Rojavayê Kurdistanê li cem îdareya Kampa Bedreşê tomar kiriye.

Penaber Ebdulmecîd diyar kir ku ew dixwaze veger bajarê Hesekê û got: “Ev e sê meh in heta niha navê min nehatiye. Ez xelkê Serê Kaniyê me, rast e bajarê me wêran bûye, lê ez dixwazim vegerim bo Hesekê. Ez dikarim li Hesekê karekê ji bo xwe bikim, lê vê derê ti derfetin min nîne ez karekê bikim, li wê derê qenebe ez dikarim dikanekê vekim.”

Li Kampa Berdereş a penaberên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 100 kesan navê xwe bo vegera war û cihên xwe tomar kirine û ew niha li wê bendê ne ku ew daxwaza wan were erêkirin.

Malbata penaber Elî Mihemed jî niha bû du beş, beşek li Rojavayê Kurdistanê maye û beşek li Kampa Berdereşê dimîne.

Penaber Elî Mihemed dibêje: “Ev bû du me me navê xwe tomar kiriye. Ji me re ne dibêjin herin û ne dibêjim neçin. Em dixwazin herin cem lawkê xwe.”

Navên penaberên ku dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê bo navenda hevbeş a hemahengiya krîzan a li Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hatine şandin, biryar e piştî karûbarên wan temam bibe rê ji bo vegera penaberan were dayîn.

Rêvebirê Giştî yê Navenda Hevbeşî ya Hemahengiya Krîzan li Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Hoşeng Mihemd jî diyar kir ku ti pirsgirêk li ber vegera wan nîne, lê ew li benda temamkirina proseya vegerêne.

Sala borî 19 hezar û 703 koçber li Kampa Berdereşê hatin bicîkirin ji wê hejmarê 3 hezar û 682 koçber vegeriyane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst