Kaşbazên Bedlîsî li Çiyayê Nemrûdê amadekariyan bo pêşbirkan dikin

23-12-2019
RÛDAW
Nîşan Kaşbaz Çiyayê Nemrûd Tetwan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kaşbazên Bedlîsî li Çiyayê Nemrûdê amadekariyên bo pêşbirkan dikin.

Li Çiyayê Nemrûdê li Tetwana Bedlîsa Bakurê Kurdistanê kaşbaz 6 roj ji hefteyê rahênan û amadekariyên xwe pêk tînin.

Rahênerê kaşbaziyê û endamê Komîteya Teknîk li Dîsîplîna Bakur a Federasyona Kaşbaziyê ya Tirkiyê, Sedat Doymaz, aşkere kir li ew li Çiyayê Nemdûrê amadekariyên xwe birêve dibin bo ku beşdarî pêşbirkên sala 2020an bibin.

Sedat Doymaz tekez kir ku ev nêzî 20 roj e, li Çiyayê Nemrûdê amadekariyên xwe pêk tînin û got, “Li navend bajêr û deverên nizm berf tune ye. Em jî derdikevin bo cihên bilind. Em amadekariyan dikin bo pêşbirkên li welat û derveyî welat. Hejmara werzişvanên me tim zêde dibe. Piştî dibistanê piraniya xwendekaran dimînin li kursan û ji ber hindê wextê me yê bo xebatê kêm dimîne. Ez mal bi mal digerim û werzişvanan bo rahênanê kom dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst