Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya Belavkirina Elektîrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) aşkere kir ku rêjeya bikaranîna elektîrîka qaçax li bajarên Bakurê Kurdistanê ji sedî 54.9 e. Endezyarekî wê kompaniyê du roj berê îddîa kiribû, “Li herêmê rêjeya bikaranîna elektîrîka qaçax û winda, derdora ji sedî 86 e.”
Erdînç Ergun, Endezyarekî Birêveberina Sîstemê li Rêveberiya DEDAŞê li Amedê ku jibilî Amedê bajarên Riha, Mêrdîn, Şirnex, Sêrt û Êlih bi ser vê kompaniyê ve ne, roja Sêşemê daxuyaniyek belav kiribû û gotibû ku werza zivistanê rêjeya bikaranîna elektîrîka qaçax li navçeyê zêde dibe û îddîa kiribû ku bi rêjeya ji sedî 86 nêzikî temamiya xelkê wan her 6 bajarên Bakurê Kurdistanê elektîrîka qaçax bikar tînin.
Ev gotinên wî berpirsê DEDAŞê rastî gelek nerazîbûnan hatibû û li ser vê yekê Kompaniya Belavkirina Elektîrîkê ya Dîcleyê daxuyaniyek belav kir û aşkere kir rêjeya ku ji aliyê wî berpirsî ve hatibû belavkirin ne rast e.
Li gor daxuyaniya ji DEDAŞê hatiye belavkirin rêjeya bikaranîna elektîrîka qaçax sala 2013an ku wê salê ew bû kompaniyeke taybet, derdora ji sedî 80 bû û hatiye gotin ku piştî wê salê ji bo kêmkirina rêjeya elektîrka qaçax wan 2 milyar û 622 milyon lîre weberhênan hatiye kirin û hatiye gotin, “Bi wan weberhênanên bo bihêzkirina jêrxaneya enerjiyê û xebatên meydanî yên ji bo bidawîkirina elektîrîka qaçax, ji dawiya sala 2018an ve rêjeya bikaranîna elektîrîka qaçax li navçeya me daketiye bo 54.9an. Bi weberhênan û xebatên li meydanê, tê pêşbînîkirin bi berdewamî ev rêje dakeve.”
Hatiye belavkirin ku hejmara aboneyan ji sedî 6 zêde bûye lê li hemberî vê yekê di hilgirtina enerjiyê de 200 milyon kWh daketin hatiye tomarkirin
Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin ku ew zanyariyên derbarê bikaranîna elektîrîka qaçax li navçeyê, li ser torên civakî ne rast in.
Odeya Bazirganî û Pîşezasiyê ya Amedê (DTSO) jî nerazîbûneke tund nîşanî wê daxuyaniya berpirsekî DEDAŞê li navçeyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse