Hevserokên Şaredariya Sûrê hatin girtin

23-12-2019
RÛDAW
Nîşan Fîlîz Buluttekîn Cemal Ozdemîr HDP Amed Sûr Başbakan Mesrur Barzani
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên şaredariya Sûrê ku berî çend rojan hatibû desteserkirin, bi tohmeta ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin.

Hevserokê Şaredariya Sûrê li Amedê, Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr ku berî 4 rojan ji aliyê hêzên emnî yên Tirkiyê ve hatibûn desteserkirin, îro hatin derxistin bo bo pêşberî dadgehê.

Ew hevşaredarên Sûrê ji aliyê dadgehê ve bi tohmeta ‘endamtiya rêxistinê’ biryara girtinê derbarê wan de hat dayîn.

Fîlîz Buluttekîn berî niha jî ji ber gotareke xwe ya li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê, bi tohmeta ‘bangeşeya bo rêxistinê’ hatibû 10 meh cezayê zîndanê derbarê wê de hatibû dayîn.

Ev di demekê de ye ku piştî desteserkirina Buluttekîn û Ozdemîr, bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê qeyûm li ser şaredariya Sûrê hatibû danîn.

Bi dawîn biryara danîna qeyûm, hejmara şaredariyên di destê HDPê de li Bakurê Kurdistanê ku qeyûm li ser hatine danîn gihişt 32an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst