PDKê ji bo vegera Kerkûkê 8 xal dane Bexdayê

23-12-2017
RÛDAW
Nîşan Encûmena Parêzgeha Kerkûkê PDK Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo beşdarbûna civînên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, endamên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yên Lîsteya Biratiyê, 8 xal pêşkeşî hikûmeta Iraqê kirine.

 

Endamê PDKê yê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Dilşad Pîrot ji Rûdawê re ragihand, ew weke endamên Lîsteya Biratiyê tekez dikin, ku eger rewşa Kerkûkê were asayîkirin ew dikarin vegerin bajêr û beşdarî civînên encûmenê bibin.

 

Dilşad Pîrot got: “Me weke endamên PDKê 8 xal da hikûmeta Iraqê, ku tev jî bi asayîkirina rewşa Kerkûkê û vegera koçberan ve girêdayî bûn. Eger ew xal neyên cîbicîkirin, em beşdarî civînan nabin û venagerin bajêr.”

 

Pîrot herwiha da xuyakirin, ku eger civînên encûmenê li derveyî Kerkûkê werin lidarxistin ew dikarin beşdar bibin.

 

Biryara roja Sêşemê 26-12-2017, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bicive. Heta niha jî biryara dawîn nehatiye dayîn ka dê endamên PDKê beşdarê civînê bibin yan ne.

 

Ev di demekê de ye, ku piştî 16ê Cotmehê encûmenê li bajarê Kerkûkê çend civînek saz kirine lê piraniya endaman beşdar nebûne.

 

Nivîsîn: Necmî Salih

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst