Tevgera Goran peywir da Wezîrê Pêşmerge: Nameyan tîne Hewlêrê

23-12-2017
RÛDAW
Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir
Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir
Nîşan Wezîr Pêşmerge Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir Tevgera Goran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tevgera Goran, Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir raspart da ku nameya dest ji karkişandina wezîr û berpirsên vê partiyê, bigihîne destê hikûmeta Herêma Kurdistanê.


Jûra hikûmet û parlamentoyê ya Tevgera Goran, Wezîrê Pêşmerge Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir dişîne Hewlêrê.

 

Biryare Mistefa Seyîd Qadir roja 24ê Berfenbarê (24-12-2017), li gel Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm bicive û nameya dest ji karkişandina hemû postên Tevgera Goran radestê hikûmetê bike.

 

Li gorî yasayên hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştî radestkirina nameyên xwe vekişandina hemû wezîr, rêveberên giştî û hpostênd in ên Tevgera Goran, ev daxwazî dê di civîna Encûmena Wezîran de ji bo Serokê Hikûmetê Nêçîrvan Barzanî were pêşkeşkirin. Piştî hatine pesendkirin dê cihên wan werin dagirtin.

 

Ji bilî 4 wezîr û Serokê Destey Hilberandinê, di nava wezaretan de şêwirmendên ser bi Tevgera Goran hene. Herwiha, nûnetiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê dane Tevgera Goran.

 

Di nava hikûmeta Kurdistanê de bi giştî 35 postên bilind ên Tevgera Goran hene, ku divê hemû jî nameyên xwe ji hikûmetê re bişînin.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di heyama 4 salên borî de, bi beşdarbûna 5 aliyên sereke yên Kurdistanê, (PDK, YNK, Tevgera Goran, Komel û Yekgirtûya Îslamî) pêk hat. Meha derbasbûyî dema vê xula parlamentoyê bidawî bû û Parlamentoya Kurdistanê biryarda ku karên parlamento û hikûmetê hete 8 mehên din jî were dirêjkirin.  

 

Roja Çarşemê 20-12-2017, Tevgera Goran û Komela Îslamî biryara vekişîna ji hikûmetê ragihandin. Herwiha Tevgera Goran xwe ji serokatiya parlamentoyê jî vekişand.

 

Heman rojê Tevgera Goran rêkeftina xwe ya stratejîk a li gel YNKê jî hilweşand.

 

Nivîsîn: Necmî Salih

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst