KURDISTAN - Bi boneya cejna jidayikbûna Mesîh bêhnvedan hate ragihandin

23-12-2017
RÛDAW
Nîşan Cejn Îsa Mesîh Bêhnvedan Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya cejna jidayikbûna Îsa Mesîh, rojên 24 û 25ê Berfenbarê weke bêhnvedan ragihand.


Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser malpera fermî ya hikûmetê ragihand: “Bi boneya cejna jidayikbûna Hezretê Îsa Mesîh (silavên Xwedê lê bin), roja yekşem û duşemê (24 û 25ê Berfenbarê 2017) bêhnvedana fermî ye.”

 

Dizeyî di daxuyaniya xwe de got: “Bi boneya vê rojê em cejna hemû xwîşk û birayên xwe yên krîstiyan ên li Herêma Kurdistanê, Iraqê û cîhanê pîroz dikin.”

 

Li gorî amarên Saziya Serpereştiya Koçberên Krîstiyan, heta sala 2003ê, hejmara şêniya krîstiyanan li Iraqê milyonek û 500 hezar kes bûn.

 

Ji ber rewşa ne aram a Iraqê piraniya wan koçber bûn. Di sala 2013ê de tenê 400 hezar kes man. Lê piştî hatina DAIŞê, 150 hezar hemwelatiyên Krîstiyan koçberê Başûrê Kurdistanê bûn û herwiha 50 hezar kes jî koçberê derveyî welat bûn.

 

Nivîsîn: Necmî Salih

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst