VÎDEO/ Başûrê Kurdistanê - Şacuwanên mirîşk û dîkan hatin hilbijartin

Qoştepe (Rûdaw) – Li bajarokê Qoştepe yê ser bi Hewlêrê ve, îro înê 23ê Kanûna 2016ê bo yekemîn car, festîvalek bo diyarkirina şacuwana mirîşkan û şacuwanê dîkan li Kurdistanê birêve çû û tê de şacuwana mirîşkan û şacuwanê dîkan hatin hilbijartina.

 

Peyamnêra Rûdawê Nalîn Berwarî ku li gel tîmeke Tora Medyayî ya Rûdawê li cihê merasîmê bû û merasîma diyarkirina şacuwanê mirîş û dîkên Kurdistanê rûmal kirin, ragihand, di festîvalê de 25 mirîşk û 17 dîk beşdar bibûn û di dawiya festîvalê de 3 mirîşk û 3 dîk ên Kurdistanê weke şacuwanê yekem, duyem û sêyem hatin hilbijartina.

 

Nalîn Berwarî got, pêşbînî tê kirin, ku nirxê wan mirşîkên ku weke şacuwan hatine destnîşankirin, di navbera 5 hezar dolar heta 10 hezar dolarî de be.

 

Ew mirîşk û dîkên ku beşdarî festîvala diyarkirina şacuwanên mirîşk û dîkan bibûn, ji dîk û mirîşkên din cuda ne û nirxê wan li bermaber mirîşk û dîkên asayî gelek zêdetir e, bi awayekê ku nirxê wan li serveyî 1000 dolarî ye û herwiha nirxê hinek ji wan derbasî 5000 heta 10000 dolarî jî dibe.

 

Peyamnêra Rûdwê got: “Ev her du mirîşk û dîkên ku weke yekem hatin hilbijartina, pêştir nirxê wan 5 hezar dolar bû û pêşbînî jî tê kirin, ku piştî hilbijartina wan nirxê wan bo 10000 dolarî zêde bibe.”

 

Mirîşka ku weke şacuwan hatiye hilbijartin, xwediyê 8 taybetmendiyan e



 

Di encama têkelkirina nejadên 3 core mirîşkan, core mirşîkeke nû ya kurdî hatiye berhemanîn, ku xwediyê zêdetir ji 8 taybetmendiyan e.

 

Ew taybetmendiyên ku vê mirîşka nû ji mirîşkên din ên kurdî cuda dike, ev in: Kumeke mezin, hebûna 3 core popinan li ser serê wê, hebûna şahper û herwiha perên zêde li ser ranên wê. Herwiha wezna vê mirîşka nû zêde ye û wezna wê di temenê 1 saliyê de digihîje nêzîkî 3 kg, salane 180 hêkan dike, ew mirîşk dikare bo her sê mebestên gust, hêk û cuwaniyê were xwedîkirin.

 

Ev mirîşka nû ya kurdî, cara yekem ji aliyê hevwelatiyekî xelkê bajarokê Qoştepe ve hatiye berhemanîn.

 

Xwediyê vê bîrokeya nû, Reşîd Mihemed Qadir ku temenê wî 65 sal e, ji Rûdawê re ragihand: “Ji destpêka salên 1970ê zayînî, min dîkek kirrî ku jê re dibêjin, Gucinê amerîkî, herwiha min çend mirîşkên kurdî jî kirrîn. Paşê min 4 mirîşkên bulgarî ji navenda lêkolînên çandinî ya Enkaweyê wergirt. Di encama têkelkirina nejadên wan de, ez bûme xwediyê mirîşkekê ku şahper hebû û herwiha perên enîşkê jî hebûn. Ev yek bala min kişand, her ji ber wê jî ez li ser karê têkelkirina nejadên wan berdewam bûn, heta ku ez bûme xwediyê mirîşkekê ku kum û şahper û perên enîşkê hene.”

 

Reşîd Mihemed di berdewamiya axavtina xwe de ji Rûdawê re got, bi têkelkirina nejadên mirîşkan, her carê taybetmendiyek derdikeve holê, ku herî dawî mirîşkek bi 8 taybetmendiyan ve çê bû, ku wê mirîşkê, kum, gop, ridîn, şahper, perên enîşkê û 3 popin hene.

 

Mihemed dibêje: “Armanca min, çêkirina mirîşkeke kurdî ya cuwan û pir berhem li Kurdistanê bû. Her ji ber wê jî ez berdewam bûm li ser firotina mirîşkên xwe, bi vê armancê ku li hemû Kurdistanê belav bibe û xelk sûdê jê werbigrin.”

Li gorî gotina Reşîd Mihemed, niha daxwazek zêde li ser mirîşkên wî hene û li bajarê Hewlêrê çendîn ke sbûne xwediyê vê coreyê mirîşkê.

 

Ev mirîşka nû, çar rengî ye û bi çar rengên şînê, şînê vekirî, eş û sor ev mirîşk tên berhemanîn, ku mirîşkên bi rengê şîn zêdetir ji aliyê welatiyan ve tê daxwazkirin.

 

Yek hêka wan mirîşkan bi 25 hezar dînarî (18 dolar) ye



 

Xwediyê Kêlgeha Zincîr a Xwedîkirina Ajel û Teyran, Mesûd Heyder, ku ew jî vê core nû yê mirîşka kurdî xwedî dike, ji Rûdawê re behsa taybetmendiyên mirîşkê dike û dibêje: “Taybetmendiya wê mirîşkê di vê de ye ku cuwaniyeke bêhempa heye. Dikare bo goşt û hêkê sûd jê bihê wergirtin, çimku piştî 6 mehan hêkan dike û salane di navbera 150 heta 180 hêkan dike.”

 

Herwiha di navbera salekê de jî wezna vê corê mirîşkê digihîje 3 kg û wezna dîkan jî dibe 4 kg.

 

Li gor gotina Mesûd Mihemed Salih taybetmendiyeke din a vê mirîşkê ev e, ku bergiryiyeke baş li hember nexweşiyan heye. Herwiha eger mirîşk bi rengekê be, dikare cûcikan bi rengên din jî bide.

 

Mesûd Mihemed dibêje, 50 mirîşkên bi nejada nû heye. Wî herwiha got: “Ji ber ku daxwazeke zêde li ser wê mirîşkê heye, salane bi rêya firotina hêk û cûcik û mirîşk û dîkan, nêzîkî 10 milyon dînar qazanc dikim, çimku di hin deman de, nirxê yek hêka wan digihîje 25 hezar dînarî. Herwiha cûcikeke yek rojî ya vê mirîşkê jî eger ku hinek cuwan be, dike 40 hezar dînar.”

 

Serokê Beşa Samanên Ajel li Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Selahedînê, Dr. Yûsif Berzincî derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got: “Ji aliyê zanistî ve, armanc ji têkelkirina malbatên cuda yên mirîşkan, çêkirina neviyeke nû ye bo berhemanîna goşt yan jî bo çêkirina neviyeke xwedî taybetmendî ku li bazarê daxwazî li ser hebe. Ev şêwaza ku li Hewlêrê bo çêkiirna vê mirîşka taybet hatiye bikarbirin, şêwazeke zanistî ye û her du armanc jî bi dest xistine.”

 

Mirîşka nû ya kurdî, heta niha bê nav e û ti naveke taybet lê nehatiye kirin, tenê li bazarê hin caran weke mirîşka Qoştepe tê naskirin.

 

Dr. Yûsid Berzincî dibêje: “Ji bo ku ji aliyê zanistî ve îsbat bikin, ku ev mirîşk, coreke nû ya mirîşkê ye, gerek DNA ya vê core mirîşkê li gel DNA ya mirîşkên hevşêwe bihên raberkirin. Eger derket ku %15ê jenên wan cuda ne, em dikarin weke coreke nû ya mirîşkê tomar bikin.”

 

Weke mirîşka kurdî didin naskirin



 

Ev core nû yê mirîşkê, heta niha ti lêkolînên zanistî li ser nehatiye kirin ku îsbat bibe, ku coreke nû ye.

 

Yûsif Berzincî amadeyiya xwe û fakluteya xwe bo encamdana lêkolînan li ser vê core mirîşkê nîşan da û tekez kir: “Eger xwediyê wan mirîşkan alîkariya me bikin, em weke Beşa Samanên Ajel amade ne ku têza lêkolînê xwanekarekê doktorayê li ser vê core mirîşkê bikin. Eger derket ku coreke nû ye, emê lêkolînê di kovarên zanistî yên cîhanî de belav bikin. Herwiha em dê di lîsta cîhanî ya corên mirîşkan de jî weke mirîşka kurdî bidin naskirin.”