Navenda Nûçeyan- Endamê Konseyaa Rêveber a PKKê Duran Kalkan got, "Divê êdî Kantoneke Şingalê ava bibe, pêşî li vê vebûye.” Hewiha Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu jî ji bo Şingal û Kerkûkê “xweserî” pêşniyar kir.
Duran Kalkan ji Sterk TVyê re got: “Divê rêveberiya Iraqê, rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi awayekî demokratîk tevbigerin, hurmetê nîşanî avakirina jiyaneke demokratîk û azad a Kurdên Êzidî yên li Şengalê bidin.”
Kalkan anî ziman ku divê êdî Kantoneke Şengalê ava bibe, pêşî li vê vebûye û domand:
“Nabe ku Şingal mîna berê bê birêvebirin. Êzidiyên di dema komkujiyê de ji bo ewlekariyê derbasî Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê bûyîn, divê amadekariyan bikin ku li gundên xwe, taxên xwe, warên xwe vegerin."
Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu jî ji ANFê re ragihand ku rizgariya Şingalê bi xweseriya demokratîk mimkun e û wiha got: “Hemû Şingalî li ku bin divê tavilê vegerin Şingalê. Pêwîste li welatê xwe vegerin. Welat, eger tu li ser bijî hingî welat e.”
Karasu îdia kir ku modela ji bo Şengalê dikare ji bo Telafer û Nînovayê bê pêkanîn û got: "Dê herêmên xweser bin. Herêma Xweser a Şengalê. Herêma Xweser a Nînova, Herêma Xweser a Kerkûkê, Herêma Xweser a Xaneqînê. Modela xweser û bi parastina cewherî dikare li her cihî bê pêkanîn. Heta dikare Telafer û Şingal bibe herêma xweser a hevpar jî. Di feraseta pergala kantonal a hevpar de xweserî jî dikare bê avakirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse