Demîrtaş: Eger Şingal bikeve ser Herêma Kurdistanê dê bi xwe re hinek rîskan bîne

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku eger devera Şingalê bi Herêma Kurdistanê ve were girêdan dê bi xwe re hinek rîskan bîne holê û wiha got: “Ji bo ku ev rîsk ji holê rabin divê Şingal bibe herêmeke xweser”. Demîrtaş li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê jî wiha got: “Li ser rewşa Rojhilat, divê em hemû xwe rexne bikin çimkî me ew der piştguh avêtiye”.

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, ji malpereke nêzîkî PKKê re axivî û rojev nirxand. Demîrtaş li ser rizgarkirina Şingalê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve û rewşa wê devera Kurdistanî wiha got:

“Şingal di nav dilê me hemûyan de birînek bû. Gava ku DAIŞê ew dever dagir kir, rûmeta Kurdan şikest. Zilma li jin û civaka Êzîdî, zilma li gelê Kurd hat kirin, yek ji komkujiyên biêş ên dîroka me bû. Niha hêzên Kurd bi hev re li dijî DAIŞ'ê operasyoneke serketî lidar dixin. Ji bo me hemûyan ev yek cihê kêfxweşiyê ye. Divê hemû bên pîrozkirin. Hemû hêzên Kurdistanî, bi fedekariya xwe li Şingalê stûyê DAIŞê badan. Baweriya me ji vê hebû, lê me nizanîbû kengî dê çêbibe”.

Demîrtaş diyar kir ku divê ev serketina mezin mayînde bibe û wiha got: "Divê Şingal hêza xwe ya parastina cewherî ava bike. Şingal bi awayekî fermî beşek ji Iraqê ye. Eger Şingal bikeve ser Kurdistanê dê hinek rîsk bi xwe re bîne, helbet tirsa wê heye bimîne li hêviya însafa Bexdayê jî. Lê ji bo ku ev rîsk ji holê rabin divê Şingal bixwe xwe birêve bibe û partiyên Kurdistanê jî piştgiriya wê bikin."

Selahedîn Demîrtaş li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê û siyaseta Îranê li djî wî beşê Kurdistnaê jî axivî û got ku Rojava, Bakur û Başûr karîn xebata xwe di qada navdewletî de vebêjin û bala cîhanê bikşînin ser xwe lê mixabin Rojhilat di vê yekê serkeftî nebû.

Li gorî Demîrtaş, parçeyên din ên Kurdistanê jî Rojhilat piştguh avêtine û wî beşê welatê me dernaxînin pêş lewma divê her kes di mijara Rojhilat de rexne li xwe bike.

Hevserokê HDPê bi tundî siyaseta Îranê li hember kurdan jî rexne kir û wiha got: “Îran dewleteke gellekî zalim e. Di lîstik, dek û dolaban de dewleteke hosta ye. Bihêz û tecrûbeya kevneşopiya dewleta Fars a sedan salî, timî lîstikan li hemberî Kurdistanê dilîze. Îdamên li Îranê parçeyek ji zalimtiya Îranê ye.”