Galeriya wêneyan

23-12-2013
7 Photos
RÛDAW

Agirî (Rûdaw/AA) - Li Navçeya Taşliçaya Agiriyê yê Bakûrê Kurdistanê, ji ber sermayê beşek ji Çemê Muradê yê ku ji gundê Gozucuyê derbas dibe, qeşa girtiye û ji ber wê jî bûye cihê lîstoka zarokên gund. Zarok xwe li ser çêm bi tawûkan dişimitînin.

Mustafa Taşmedîrê 14 salî yê ku li ser çem xwe dişemitîne got ku ew ji xweşemitandinê natirse û wiha axivî: "Dema ku em betal bin em bi hevalên xwe re tên li vir û dileyîzin. Gundê me ji ber ku pir bilind e her zivistan ev der qeşa digre. Bi tawûkên ku me bi destan ve çêkirine xweşemitandin gelekî bi kêf e."

Çemê Muradê her sal di demsala zivistanê de ji meha Kanûnê heta meha Adarê wiha qeşa digre.