DÊRSIM: Di xwepêşandanên li dijî qeyûman de 8 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dêrsimê hêzên ewlehiyê mudaxaleyê xwepêşanderan kir û 8 xwepêşander hatin desteserkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh êvarî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsim û Şaredariya Pilûrê ya Dêrsîmê kir.

Piştî danîna qeyûman şêniyên Dêrsimê, alîgirên DEM Partiyê li pêş avahiya şaredariyê kom bûn û dest bi xwepêşandanê kirin.

Heta derengê şevê nerazîbûnan berdewam kir û alozî di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de derket.

Hat zanîn ku 8 xwepêşander hatine desteserkirin û xwepêşander li Navenda Ewlehiyê ya Dêrsimê tên girtin.

Doh êvarî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyê û Şaredariya Pilûrê ya CHPyê kiribû.