HEWLÊR - Pêşangeha Xweşnivîsînê: 'Peyam pêkvejiyana civakî ye'

23-11-2024
Nalîn Hesen
Yehya Îbrahîm Erbîlî û Nalîn Hesen\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Yehya Îbrahîm Erbîlî û Nalîn Hesen\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Yehya Îbrahîm Erbîlî Pêşangeha Xweşnivisiyê Hewlêr Huner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê Pêşangeha Xweşnivîsînê hat vekirin.

 Hunermend Yehya Îbrahîm Erbîlî diyar kir ku peyama pêşangeha wî pêkvejiyana civakî ya Îraq û Herêma Kurdisanê ye.

Li Hewlêrê, pêşangeheke taybet a xweşnivîsînê ya hunermend Yehya Îbrahîm Erbîlî hat vekirin.

Di pêşangeha Yehya Îbrahîm Erbîlî de 40 tablo hatin nîşandan ku bi neqşên elmas, zêr û zîv hatine amadekirin.

Pêşkêşkara Rûdawê Nalîn Hesen çû pêşangeha hunermend Yehya Îbrahîm Erbîlî û li pêşangehê geriya.

Yehya Îbrahîm Erbîlî ji Rûdawê re diyar kir ku wî 11 salan amadehiya vê pêşangehê kiriye û bi hezaran dolar ji bo çêkirina tabloyan xerc kiriye.

Hunermend Yehya Îbrahîm Erbîlî ku di heman demê de zêrîngir e eşkere kir ku wî xwest pîşe û behremendiya xwe ya du cîhanên cuda tevlîhev bike û karekî taybet bike.

Di wê pêşangehê de bihayê hin tabloyan 50 hezar dolar e.

Yehya Îbrahîm Erbîlî di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku dê vê pêşangeha xwe li welatên wekî Tirkiye, Qeter, Îmarat û Behreynê jî veke.

“11 salan min ji bo pêşangehê kar kir”

Hunermend Yehya Îbrahîm Erbîlî behsa berhemên xwe kir û got:

“Ji sala 1993yan ve ez xweşnivîsînê dikim û malbata me malbateke zêrîngir e.

Ev 25 sal in ez di karê zêrîngiriyê de kar dikim.

Li Bazara Qeyseriyê ya Hewlêrê ez yekem kes bûm ku min zêr di warê xweşnivîsînê de bi kar anî.

Min reseniya karê xwe parast û bi salan kar li ser vê pêşangehê kir.

Bi taybetî dema karê xweşnivîsîna zêr dikim gelekî bi sebir im.

Di xetên xwe de zêr, elmas û zîvan bi kar tînim.

Ez dixwazim kesên ji reseniya tabloyan hez dikin, kesên ji hunerê hez dikin bên pêşangeha min, li pêşangehê bigerin û ji xwe re tabloyan bikirin.

Di pêşangehê de min rengîniya Îraq û Herêma Kurdistanê jî parastiye.

Tabloyên min ên bi Erebî û Turkmenî jî hene.

Ez li aliyekî behsa welat û niştiman dikim û li aliyê din behsa aramî û aştiyê dikim.

Peyama min a vê pêşangehê pêkvejiyana civakê û aramiya ruhî ya mirovan e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst