Amed - Qedexekirina 'Jin, Jiyan, Azadî' hat protestokirin

23-11-2024
RÛDAW
Nîşan Jin Jin Jiyan Azadî TJA Parêzgariya Amedê Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryara qedexekirina dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" ya ji aliyê Parêzgariya Amedê ve hat protestokirin.

Hat ragihandin ku Parêzgariya Amedê ya Bakurê Kurdistanê dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" qedexe kiriye.

Tevgera Jinen Azad (TJA) biryar dabû ku 25ê Çiriya Paşîn di Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya li Hemberî Jinan de li ser Pira Dehderî ya Amedê çalakiyekê li dar bixe.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), hate diyarkirin polîs jinan geriyaye û ji wan re gotiye dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hatiye qedexekirin.

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kayayê got, "Em hîn bûn ku Parêzgariya Amedê dirûma me ya Jin, Jiyan, Azadî qedexe kiriye.

Em nêzîkatiya qedexekirinê ya ku her tim astengiyan datîne pêşiya jinan, armanca kêmkirina destkeftiyên jinan şermezar dikin."

Jinan bi tilîlî û dirûşman bertek da biryara qedexekirinê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst