Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn

23-11-2024
RÛDAW
Nîşan Bîrsen Orhan Dêrsim Qeyûm Destserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat diyarkirin ku ji bo Hevseroka Şaredariya Dêrsimê ya DEM Partiyê Bîrsen Orhanê biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh êvarê qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsim û Şaredariya Pilûrê ya Dêrsîmê kirin.

Li şûna Serokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak, parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu wekî qeyûm hat tayînkirin û li şûna Serokê Şaredariya Pilûrê Mustafa Sarigul jî qaymeqamê Pilûrê Huseyîn Şamîl wekî qeyûm hat tayînkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan îro dema diçû mala xwe ya li Kolana Huherê ji aliyê polîsan ve rê li berê hate girtin.

Bîrsen Orhanê bertek da vê yekê û jê re hatiye gotin divê îfadeyan bide û xelkê derdorê jî bertek nîşanî vê yekê da.

Piştî ku kesên li dijî biryara tayînkirina qeyûm li Qada Seyîd Riza nobet digirt çûn Kolana Hunerê, Bîrsen Orhan serbset hat berdan.

Her wiha Bîrsen Orhanê li ser rewşa xwe daxuyaniyek da û got:

"Ji bo îfadeyê bangî min kirine, eger bê û ez bêm desteserkirin jî têkoşînê bidomînin."

Hate zanîn ku dê Orhan bi parêzerê xwe re biçe îfade bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst