Rûsyayê 26 zarok ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin

23-11-2024
RÛDAW
Nîşan Rûsya Rojavayê Kurdistanê DAIŞ Zarok Vegerandin Maria Lvova-Belova
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsera Mafên Zarokan a Serokatiya Rûsyayê ragihand ku wan 26 zarokên di kampeke DAIŞiyan de diman, ji Rojavayê Kurdistanê vegerandine.

Komîsera Mafên Zarokan a Serokatiya Rûsyayê Maria Lvova-Belovayê derbarê mijarê li ser kanala xwe ya Telegramê daxuyaniyek belav kir.

Maria Lvova-Belovayê di daxuyaniyê de wiha got:

"Îro komeke zarokên Rûsî ji kampeke li bakurrojhilatê Sûriyeyê vegeriya malê.

Bi giştî 14 kur û 12 keç ku temenê wan navbera 5 heta 12 salî de ye, dê di demeke nêzîk de bigihîjin merivên xwe: Dapîr, bapîr, met/xaltî, ap.

Hinek ji wan dê bigihîjin xwişk û birayên ku me berê anîne Rûsyayê."

Lvova-Belovayê anî ziman ku zarok beriya ku ji Sûriyeyê derkevin ji aliyê doktoran ve hatine muayenekirin û wiha pê de çû:

"Bi tîma min re, bijîşk çûn seredana yek ji kampên penaberan, nimûneyên xwînê ji zarokan girtin da ku testên DNAyê bikin ku xizmbûna wan piştrast bikin."

Moskowê 592 zarokên Rûs vegerandine

Bi hezaran zarokên biyanî yên ku dayik û bavên wan DAIŞî ne, li kampên Roj û Holê yên li Rojavayê Kurdistanê dijîn.

Sala 2014an nêzîkî 4 hezar û 500 Rûsî tevlî DAIŞê bûn.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê (TASS), Moskowê ji sala 2018an ve 592 zarokên Rûs ji Sûriye, Îraq, Tirkiye û Pakistanê vegerandine welatê wan.

Li Kampa Holê zêdetirî 50 hezar û li Kampa Rojê jî bi hezaran DAIŞî û malbatên wan dimînin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji bo vegerandina DAIŞiyên çend caran daxuyanî dane lê bi hinceta ewlehiyê gelek dewlet wan daxuyaniyan piştguh dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst