HPGyê nasnameya 5 gerîlayan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 5 gerîlayên ku li Bakur û Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê li ser her 5 gerîlayên ku di demên cuda de Kurdistanê canê xwe ji dest daye daxuyaniyek belav kir.

Li gorî agahiyên ku HPGyê dane, nasnameyên her çar gerîlayan wiha ne:

Mordem Şahîda: Navê wî yê fermi Ferman Kiliç e û ew ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê ye.

Hamze Gabar: Navê wî yê fermî Sînan Arslan e û ew ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.

Serdar Batman: Navê wî yê fermî Mehmet Çelîk ye û ew ji Qersa Bakurê Kurdistanê ye.

Xeyrî Serhed: Navê wî yê fermî Farûk Taşçi ye û ew ji Qersa Bakurê Kurdistanê ye.

Azîme Botan: Navê wê yê fermî Nadiye Goksû ye û ew ji Erziroma Bakurê Kurdistanê ye.

HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Azîme Botan, Mordem Şahîda, Hamze Gabar û Xeyrî Serhed 6ê Nîsana 2018 li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Her wiha gerîlayê bi nasnavên Serdar Batman jî 2020î li Amedê canê xwe ji dest daye.

Li aliyê din, HPGyê da zanîn ku Azîme Botan sala 2014an, Mordem Şahîda 2013, Hamze Gabar 2014, Xeyrî Serhed 2014 û Serdar Batman 2014an tevlî refên gerîlayan bûne.