Li Dêrsimê 10 li Xarpêtê 7 rojan hemû cure çalakî hatin qedexekirin

23-11-2024
RÛDAW
Nîşan Tayînkirina Qeyûman Şaredariya Dêrsimê Şaredariya Pilûrê
A+ A-

(Hewlêr) – Li parêzgehên Dêrsim û Xarpêtê hemû cure çalakî, meş û xwepêşandan hatin qedexekirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh êvarî qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsim û Şaredariya Pilûrê ya Dêrsîmê kir.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hemû cure xwepêşandan, meş, civîn û mîtîng 10 rojan hatin qedexekirin.

Her wiha li parêzgeha Xarpêtê jî hemû cure xwepêşandan, meş, civîn û mîtîng 10 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Dêrsimê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişande ser danîna qeyûman û ragihand, li tevahiya parêzgehê hemû cure xwepêşandan, meş, civîn û mîtîng heta 1ê Kanûna Pêşîn a 2024an hatine qedexekirin.

Parêzgariyê îdia kir ku biryar ji ber “dabînkirina aramî û ewlehiya raya giştî, rêlibergirtina tawanan û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye dayîn.

Li gorî biryara parêzgariyê daxuyaniyên medyayê, xwenîşandan, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vedana konan, kampanyayên îmzeyan, vekirina standan, merasîmên biaxspartinê, bîranîn, şahî, konser û hemû çalakiyên bi vî awayî ji ji 22yê Çiriya Paşîn heta 1ê Kanûna Pêşîn hatin qedexekirin.

Li gorî biryara parêzgariyê, tenê çalakiyên ku parêzgarî û qeymeqamî destûrê bidin dikarin bên kirin.

Parêzgariya Xarpêtê jî bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li tevahiya parêzgehê hemû cure xwepêşandan, meş, civîn û mîtîng ji 23yê Çiriya Paşîn heta 29ê Çiriya Paşîn hatine qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst