Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokên DEM Partiyê ji bo nerazîbûna li dijî tayînkirina qeyûman diçin Dêrsimê.
Bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê û navçeya wê ya Pilûrê hatin kirin.
Polîsan piştî biryarê Şaredariya Dêrsimê dorpêç kir.
Xelkê li dijî biryara Wezaretê nerazîbûn nîşan da û xwest bikeve avahiya Şaredariya Dêrsimê.
Piştî nerazîbûna xelkê polîsan bi ava şid û gaza rondikrêj êrişî girseya ku li ber şaredariyê kom bûbû kir.
Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullariyê li ser hesabên xwe yên Xê nerazîbûna xwe ya li dijî qeyûman anî ziman û diyar kir ku ew dê ji bo piştgiriyê biçin Dêrsimê.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê got:
“Em polîtîkaya qeyûm a koşkê ku şaredariyên Dêrsim û Pilûrê didize nas nakin. Em qeyûman red dikin!
Darbekarên ji bo îradeya gelê Dêrsim û Pilûrê qeyûm tayîn kirin dê li hemberî polîtîkayên tifaqê yên li ser kevneşopiya berxwedana dîrokî ya Dêrsimê hatine avakirin, çanda hevgirtinê û vîna demokratîk a gelan winda bike.
Em sibe li Dêrsimê ne, em bangî her kesên ku dilê wan ji bo demokrasiyê lê dide dikin ku li dijî qeyûman bertekên demokratîk nîşan bidin.
Em ji darbeyên berdewam re dibêjin êdî bes e.”
Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak û Serokê Şaredariya Pilûrê Mustafa Sarigul roja çarşemê li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dêrsimê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatibûn darizandin.
Di dozê de ji her du serokên şaredariyan re 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû dayîn.
“Dêrsim bi qeyûman nayê birêvebirin”
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî li ser hesabê xwe Xê anî ziman:
“Dêrsim bajarê ku di dîrokê de bûye sembola berxwedan û rûmetê ye.
Têkoşîna wê ya li dijî mêtingerî, zulm û zordariyê ne ku ew tenê kiriye erdnîgarî, di heman demê de kiriye nirx jî.
Ev ax bi qetlîama sala 1938an hat ceribandin ku şopeke tarî li dîroka mirovahiyê hiştiye, bi wê êşê hat stran lê teslîm nebû.
Di berîka kesên ku dibêjin aştiya civakî de qeyûm derdikeve û di destê wan kesên ku dibêjin em destê xwe dirêj dikin de qeyûm xuya dike.
Divê baş were zanîn ku Dêrsim bi qeyûman nayê birêvebirin, îradeya wê bi zorê nayê girtin.
Ev destê ku dirêjî vîna gel dibe dê li dîroka birûmet a Dêrsimê bikeve.”
Di dozê de beşdariya serokên şaredariyan di çend şîn, daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên li dijî çêkirina bendavan ên salên borî de wekî tawan hatin dîtin.
Cevdet Konak 31ê Adarê bi rêjeya ji sedî 40,2yê dengderên Dêrsimê û Mustafa Sarigul jî bi rêjeya 33,6ê dengên xelkê navçeya Pilûrê hatin hilbijartin.
4ê Çiriya Paşîn qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê hatibûn kirin.
Meha Hezîrana jî qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê hatibû kirin.
Ji 31ê Adarê ve qeyûm tayînî 6 şaredariyên Bakurê Kurdistanê hatine kirin ku 5 ji wan ên DEM Partiyê ne.
Piştî ku qeyûm hat tayînkirin polîsan bi ava şid û gaza rondikrêj êrişî xelkê Dêrsimê kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 22, 2024
📹 Alî Haydar Gozlu - Rûdaw pic.twitter.com/38PN0XQAB3
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse