Mehdî Eker: Em dixwazin pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re pêş bixin

23-11-2023
RÛDAW
Mehdî Eker û Mevlut Yakut hezar şitlên daran pêşkêşî Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê kirin
Mehdî Eker û Mevlut Yakut hezar şitlên daran pêşkêşî Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê kirin
Nîşan Mehdî Eker Herêma Kurdistanê Hewlêr Daristan Şitlên Daran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê berê yê Xorak, Çandinî û Ajeldariyê yê Tirkiyeyê Mehdî Eker ragihand ku ew dixwazin di hemû waran de pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re pêş bixin.

Li Hewlêrê îro kampanyayeke çandina şitlên daran dest pê kir.

Bi giştî dê 47 hezar şitlên daran bêne çandin.

Wezîrê berê yê Xorak, Çandinî û Ajeldariyê yê Tirkiyeyê û Serokê Desteya Rêveber a Navenda Stratejî û Siyaseta Çandiniyê (TARPOL) Mehdî Eker û Konsulê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê Mehmet Mevlut Yakut jî beşdarî wê kampanyayê bûn.

Mehmet Mevlut Yakut û Mehdî Eker wekî alîkarî ji bo keskkirina jîngeha Hewlêrê 12 hezar şitlên daran pêşkêşî Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê kirin.

Mehdî Eker di dema merasîmê de ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwazin di gelek waran de pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re pêş bixin.

Wezîrê berê yê Xorak, Çandinî û Ajeldariyê yê Tirkiyeyê û Serokê Desteya Rêveber a Navenda Stratejî û Siyaseta Çandiniyê (TARPOL) Mehdî Eker got:

“Em dixwazin li vê derê biratî çêbibe û pirsên xwe çareser bikin. Herwiha em dixwazin di warê çandinî, pîşesazî, ajeldarî û gelek warên din de pêwendiyên xwe pêş bixin.

Ev darastina ku dê îro li Hewlêrê bê avakirin nîşaneke biratiya me ye. Em diwazin Hewlêr pak, delal û hêşintir bibe. Em jî dê bi vê yekê kêfxweş bibin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst