XARPÊT – Êrişî çayxaneyê hat kirin: 3 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Hoxikê yê Xarpêta Bakurê Kurdistanê hinek kesan bi çekan êrişî çayxaneyekê kir û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Derengiya şeva borî, li Taxa Baglerê ya bajarokê Hoxikê hinek kes bi otomobîlê çûn ber çayxaneyê û wan bi çifteyan gule li çayxaneyê reşandin.

Piştî êrişê ew kes ji cihê bûyerê reviyan.

Di encamê de sê kesên bi navên M.A.,R.Ç. û A.Ç. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.

Heta niha kesên êrişkar nehatine desteserkirin.