Kolberekî ji Seqizê canê xwe ji dest da

23-11-2023
RÛDAW
Nîşan Kolber Seqiz Esed Hesenpûr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kolberekî xelkê Seqizê ku bi guleyên hêzên Îranê birîndar bûbû, canê xwe ji dest da.

Kolberê bi navê Esed Hesenpûrê 25 salî, 21 vê mehê li devera sînorî ya Hengejaleyê ya Baneyê bi guleyên hêzên Îranê birîndar bûbû.

Hêzên leşkerî yên Îranê bêyî hişyariyekê bidin rasterast gule li Esed Hesenpûr reşandibûn.

Esed Hesenpûr li Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbiyê ya Baneyê li beşa çavdêriya taybet dihat dermankirin.

Hat zanîn ku Esed Hesenpûr canê xwe ji dest da.

Li gorî amarên Kurdpayê di 75 rojan de, 7 kolber li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û 105 kolber jî birîndar bûne. 

Hikûmeta Îranê 3 derî ji bo kolberan li parêzgehên Sine û Kirmaşanê vekirin.

Hikûmeta Îranê dibêje ew dixwazin deriyên din jî vekin lê ew tenê rê didin derbasbûna hinek kelûpelan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst