URMIYE - 3 otomobîl li hev qelibîn: Dayîk û 3 zarokên wê mirin

23-11-2023
Nîşan Urmiye Qeza Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, li ser rêya di navbera Serdeşt û Pîranşarê de 3 otomobîlan li hev xist.

Di vê qezayê de dayîkek û 3 zarokên wê mirin, 8 kes jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku zarokek ji wan yek salî, yek 5 salî û yek jî 8 salî ye.

Fermandarê Polîsê Rêya Parêzgeha Urmiyeyê Reza Penahî Muqedem da zanîn, dema otomobîleke xwestiye ya din derbas bike li otomobîla ku ji aliyê beramber ve tê xistiye.

3 kes yekser li cihê qezayê mirine, kesek jî li nexweşxaneyê miriye.

Fermandarê Polîsê Parêzgeha Urmiyeyê Rehîm Cehanîbexş jî ragihand ku îsal li parêzgeha Urmiyeyê 480 kesî di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest daye.

Rehîm Cehanîbexş destnîşan kir, li gorî par hejmara miriyan zêde bûye û divê ji bo qezayên trafîkê werin kêmkirin hewl bê dayîn.

Li gorî Cehanîbexş ji bo kêmkirina qezayên trafîkê, “Divê binesazî were başkirin û çanda trafîkê were pêşxistin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst