Li Çanakkale û Balikesirê 151 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li sînorê parêzgeha Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê di nav Deryaya Egeyê de 99 koçberên Efxanistanî hatin desteserkirin.

Herwiha li parêzgeha Balikesirê jî 52 koçber hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yûnanistanê û li Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Li sînorê Çanakkaleyê li Deryaya Egeyê, tîmên Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê, duh di çar operasyonên cuda de 99 koçberên Efxanistanî ku dixwest biçin Ewropayê desteser kirin.

Tîmên ewlehiyê 99 koçber piştî karên yasayî radestî Navenda Vegerandinê ya Ayvacikê kirin.

Li sînorê navçeya Ayvalikê ya Balikesirê jî li Deryaya Egeyê di belemekê de 23 koçber û li navçeya Savaştepeyê 29 koçberên ku dixwest biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Di operasyonê de 3 welatiyên Tirkiyeyê jî bi tohmeta qaçaxçitiya koçberan hatin desteserkirin.

Ji aliyê din ve, li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê 15 û li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê jî 13 koçber hatin desteserkirin.