Li Meletiyê li pey hev erdhejên bihêz çêbûn

Hewlêr (Rûdaw) –  Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erd hejiya û bajarên derdorê jî pê hesiyan.

Li parêzgeha Meletiyê li pey hev du erdhêjên bihêz çêbûn.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhej bi hêza 5.2 û 4.7 pileyan li pev hev çêbûn.

AFADî diyar kir ku kûrahiya erdhejê bi hêza 5.2 pileyan 19 kîlometre bûye.

Herwiha ji bilî xelkê Meletiyê, xelkê bajarên derdorê wekî Semsûr, Amed, Dîlok, Meraş û Rihayê jî bi van erdhejê hesiyaye.

Derbarê zererên canî û madî de heta niha ti zanyarî nehatine bidestxistin.