BISMIL - Zerermendên lehiyê daxwaza qerebûkirinê dikin: ‘Em li mala cîranan radikevin’

23-11-2023
Abdulselam Akinci
BISMIL - Zerermendên lehiyê daxwaza qerebûkirinê dikin: ‘Em li mala cîranan radikevin’
BISMIL - Zerermendên lehiyê daxwaza qerebûkirinê dikin: ‘Em li mala cîranan radikevin’
Nîşan Bismil Lehî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Bismil û gundên wê zerermendên lehiyê paqijiya xwe dikin.

Li aliyekî din tîmên qaymeqamtiyê ji bo tomarkirina zerer û ziyanên xelkê li gund û taxên Bismilê digerin û raporan amade dikin.

Gundên ku li peravên çem û cihokan e ji bo ku careke din tûşî metirsîya lehiyê nebin ji rayedaran dixwazin ku rêyên wan werin çêkirin, cihok û çemên wan bên duristkirin.

Zerer û ziyana lehiyê gelek in lê hîn jî amarên fermî nehatine belavkirin ji ber wê jî zerermend nizanin ka dê zerera wan kengî û çawa were qerebûkirin.

Li gundê Elodînê yê Bismila Amedê Fesîh û hevjîna wî Remziyeyê bermahiyên lehîya 19ê vê mehê pak dikin.

Mala wan li ber cihoka gund e. Bi barana gur re cihok bûye çem û mal û axur daye ber xwe.

Di lehiyê de ka û ceh, sergîn, mirîşk û pênc mîhên wan bi avê de çûne. Bi alîkariya gundiyan 3 mîh û çêlekê xwe ji lehiyê rizgar kirine û canê xwe jî bi zor xilas kirine.

Zerermendê lehiyê Fesîh Suludag anî ziman:

“Pênc ton cehê me çûn, pênc mihên me çûn. Heke ev balyayên gîhayan nebûna me nikaribû çêlek ji avê derxistana.”

“Em li mala cîranan radikevin”

Zerermenda lehiyê Remziye Suludagê jî got:

“Ajelên me çûn, careke din dê mal jî here. Em ditirsin, zarokên min pir ditirsin.

Îşev, du şev in em di mal de raneketine. Em diçin li mala cîranan radikevin.”

Gundê Elodînê di navbera du cihokan de hatiye lêkirin.

Ji ber ku cihok teng in û pira ku li ser cihokê hatiye çêkirin biçûk e dema baraneke gur tê lehî radibe û malên li peravê dikevin metirsiyê.

Şêniyê gundê Elodînê Fadil Ogmen jî li ser lehiyê got:

“Ev sê car in vê pire çêdikin lê biçûk û nizm çêdikin, bi kêr nayê. Çawa lehî radibe dixitime.

Yanî divê çareseriyek were dîtin. Divê hîn bilindtir were çêkirin ku em careke din vê pirsgirêkê nejîn.”

“Gundê me di navbera du cihokan de ye”

Muxtarê gundê Elodînê Mehmet Karataş anî ziman:

“Gundê me di navbera du cihokan de ye. Em dixwazin her du cihok jî were duristkirin ku careke din zerera canî çênebe.”

Li gundê Mîrqulyayê jî ava Çemê Çetelê rabûye û gelek zeviyên çandiniyê daye ber xwe, ketiye çewligên ajelan.

Bi dehan kewarên mêşan, dar û berên fêkiyan bi xwe re birine û bê ser û şûn kiriye.

Lehiya Çemê Çetelê li çewliga elokan a Metîn Akça bûye sedema zerereke mezin.

Baranê bandora herî zêde li Bismilê kiribû, tîmên Qaymeqamtiya Bismilê ji bo diyarkirina xisara şêniyên, li navçê û gundan digerin û raporan digirin.

Hîn jî amar nehatine belavkirin û ji ber wê nayê zanîn ka zerer û ziyana welatiyan çîqas e û zerermendên lehiyê dê çawa werin qerebûkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst