MÊRDÎN – Li Midyadê jineke 24 salî hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê jineke 24 salî hat kuştin.

Li gorî nûçeya DHAyê piştî ku ji avahiyekê dengê çekê hat ekîbên ewlehiyê çûn wê avahiyê.

Polîs ketin daîreya ku deng jê hatiye û wan dît ku jinek bi çekê hatiye birîndarkirin.

Tîmên tenduristiyê Gulcan Yeşîlmena 24 salî veguhast nexweşxaneyê.

Yeşîlmena birîndar tevî hemû hewldanên bijîşan jî canê xwe ji dest da.

Heta niha li ser bûyerê ti daxuyanî nehatiye dayîn.