SÊRT – Maden herifî: Mirî û birîndar hene

23-11-2023
Nîşan Sêrt Kufra Maden Herifîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kufrayê ya Sêrta Bakurê Kurdistanê kaneke sifir (baqir) herifî.

3 karekerên ku di madenê de dixebitîn mirin, 2 karker jî birîndar bûn.

Bûyerê şeva borî demjimêr 01:25an rû da.

Parêzgarê Sertê Kemal Kizilkaya da zanîn ku 3 karkeran canê xwe ji dest daye û 2 karker jî birîndar in.

Tîmên tenduristiyê her du birîndar veguhastin Naxweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Li aliyê din, Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de Y.K, A.T. û D.A. hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst