Hêzên Îranê li Nexedeyê 60 ciwanên Kurd desteser kirin

23-11-2022
RÛDAW
Hêzên Îranê li Nexedeyê 60 ciwanên Kurd desteser kirin
Hêzên Îranê li Nexedeyê 60 ciwanên Kurd desteser kirin
Nîşan Nexede Rojhilatê Kurdistanê Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlehiyê yên Îranê li Nexede ya Rojhilatê Kurdistanê ciwan û xortên Kurd desteser kirin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Li gor zanyariyên ketine destê Rûdawê, li bajarokê Nexede ya Rojhilatê Kurdistanê di nava sê rojên borî de zêdetirî 60 ciwan û xortên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyan, hêzên nêzikî hikûmeta Îranê û hêzên ewlehiyê yên Îranê bi cil û bergên Kurdî çûne nav xwepêşanderan û hejmarek ji wan kesên ku beşdarî xwepêşandanên wî bajarî bûne nas kirine û piştre malên wan diyar kirine û desteser kirine lê kesên ku beşdarî xwepêşandanê nebûne jî hatine desteserkirin.

Li gorî welatiyên bajarê Nexdeyê, hêzên ewlehiyê bi cilên sivîl li bajêr û taxan disekinin û ciwanên Kurd ên ku bi şev li derve ne, digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst