Li Rojhilatê Kurdistanê ciwanek hat kuştin û nasnameyên 2 qurbaniyan jî hat eşkerekirin

23-11-2022
RÛDAW
Nîşan Mihabad Rojhilatê Kurdistanê Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê ciwanekî bi guleya hêzên ewlehiyê yên Îranê canê xwe ji dest da, li Sine û Kirmaşanê jî nasnameya 2 qurbaniyên ku di xwepêşandanan de canê xwe ji dest dabûn hate eşkerekirin.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand, Supaya Pasdarên Îranê danê sibê ya roja Sêşemê li derdora gundê Hacî Mamiyanî yê Mihabadê gule ciwanekî bi navê Rêbaz Salihî Wend ê 21 salî reşandine û wî ciwanî canê xwe ji dest daye.

Li gor çavkaniyekî nêzîkî wê rêxistinê, Rêbaz û hevalekî xwe, bi motorsîklêtê ji nêzîkî hêzên Supaya Pasdarên Îranê re derbas bûne û wan ji çend metreyan ve gule berdane wan, Rêbaz Salihî Wend bi giranî birîndar dibe û piştî çend demjimêran canê xwe ji dest dide.

Li gorî vê raporê, hêzên Îranê rê nedane ku cenazeyê Rêbaz Salihî Wend li goristana Mihabadê were veşartin lewma cenazeyê wî birin gundê Wisûkend û li wir veşartin.

Ajansa Kurdpa ya Mafê Mirovan jî ragihand ku roja Duşemê welatiyekî xelkê bajarê Qesrê Şîrîn ê bi navê Kuriş Pajix li Kirmaşanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatiye kuştin. Li gorî nûçeya Kurdpa, welatiyekî xelkê bajarê Mayîdeşt a parêzgeha Kirmaşanê yê bi navê Ferhad Xusrewî roja Çarşemê li Sineyê bi guleya hêzên Îranê hatiye kuştin û roja Sêşemê li goristana gundê Çeqaseferî ya Mayîdeştê hatiye veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst