Şaredariya Amedê ‘ala spî’ li ser xwaringehên paqij belav dike

23-11-2022
Abdulselam Akinci
Rêveberiya Karê Tendurustiyê a Şaredariya Amedê, ji bo parastina tendurustiya xurakê, dest bi pêşkêşkirina alaya spî kiriye
Rêveberiya Karê Tendurustiyê a Şaredariya Amedê, ji bo parastina tendurustiya xurakê, dest bi pêşkêşkirina alaya spî kiriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê hejmara xwaringehên ku ji alîyê Daîreya Karên Tendirustiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve wek nîşaneya paqijîyê ala sipî girtine derket 200î.

Rêveberiya Karê Tendurustiyê a Şaredariya Amedê, ji bo parastina tendurustiya xurakê, dest bi pêşkêşkirina alaya spî kiriye. Wê alayê dide wan xwaringeh, cafe, restoran û pastexaneyên ku rênimayên paqijiyê bi başî cîbicî dikin.

Ev proje ji 2014an û vir ve tê cîbicîkirin û heta niha 200 xwaringehan ala sipî wergirtine. Ji bo wergirtina wê alê, 50 rênimayên navdewletî hatine amadekirin ku şertên teknîkî, fizîkî û paqijiyê li xwe digrin. Tîmên çavdêriya xurakê yên şaredariyê, bi rê û rêbazên cûda kargehan ji projeye agahdar dikin. Armanca projeyê ew e ku xwaringeh û kargeh paqij bimînin û geştyarî geş bibe. Herwiha niha hedef ewe ku hejmara van xwaringehê ku ala sipî girtine zêdetir bibe.

Serokê Karê Tendirustiyê yê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Mihemed Kasim Aydin got: “50 rêzikên me hene. Kargehên ku 20 rêzîkan cîbicîh kiribin ala yek stêrk,yên ku ji 20an heta 40î cîbicîhkiribin ala  du stêrk, yên ku ji 40an jortir jî rêzikan cîbicîh kiribin jî ala sipî ya sê stêrk ji me digrin.”

Tîmên kontrolkirina xurekan ên şaredariyê li bajêr xwediyên kargehan ji projeye agahdar dikin û dosyayek ku 50 rênmayên teknîkî, fîzîkî û paqijîyê li xwe digrin wek şertê girtina ala sipî didin ber wan. Kargehên ku kêmasiyên xwe çareser dikin û pabendî wan 50 rêzikan dibin jî di dawî de mafê girtina ala sipî bidest dixin û ew al li kargehê tê daliqandin.

Xwediyê Dukana Çîkên Goşt Omer Mînte jî got: “Me bi hêsanî ev ala spî negirt. Divê bi paqijîya xwe,bi pergala xwe bi her tiştê xwe tu hazir bî. Li Amedê ji xeynî me li tu kargehek çîkên goşt ev ala sipî ya sê itêrk tune ye. Em têkoşîyan,me girîngî da paqijî û hîjyena xwe û di dawî de me mafê girtina ala sipî ya sê stêrk bidest xist.”

Rêvebirê Xwaringeha Nasir Hosta Zemîn Guler jî got: “Ev yeka ji bo tûrîzmê tiştek baş e. Mêvanên ku tên vê ala spî li cîhê me dibînin bawer dikin ku ev cîh xwaringehek ewle ye,tendurust e.”

Rêvebirê Hecî Sirac Ehmed Şenyigit jî dibêje: “Em xwarinê didin gel. Dema gel ala spî dibînin bi dileke rehetî tên vir.”

Herwiha di çarçoceveya heman projeyi de kargehên ku mafê ala sipî girtibin lê piştre di pabendbûna 50 rêzikan de xwe sistkiribin jî ji aliyê saziya şaredarîyê ve tên sizadan û eger di nav dema pêwîst de ew kargeh  kêmasiyên xwe çak nekin ala sipî ji wan tê stendin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst