Li dêreke California 2 kes bi kêrê hatin kuştin

23-11-2020
RÛDAW
Nîşan California Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li dêreke California 2 kes bi kêrê hatin kuştin û çend kesên din jî bi giranî birîdar bûn.

Li gor zanyariyan şeva Yekşêmê, li Dêra Grace Baptist a li San Jose li wîlayeta California ya Amerîkayê kesekî bi kêrê êrişî xelkê kir.

Polîsê San Jose ragihand, êrîş di demekê de bû ku ti rêûresmek birêve nediçû, bi tenê ji bo parastina ji sermayê çend kes bo dêrê hatibûn veguhestin.

Li gor zanyariyên polis di encama wê êrîşê de 2 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndan bûn.

Serokê şaredariya California jî di twettekê de amaje bi binçavkirina tometbarekî kir lê polîs heta niha ew yek piştrast nekiriye.

Herwiha polis derdora dêrê girtin û lêkolîn jî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst